Li Îraqê, di navbera bajar’ên Ês-Samavayê û Dîvanîyayêda cêrga avtomaşîna, ya ku bar dibire baza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, hatîye êrîşkirinê.Derheqa wê yekêda ajansa Sky News-ê, li ser h’îmê înformasîya qulixdarîya Îraqêye bêqezîyabûnê, r’agîhandîye. Anegorî wê înformasîyayê, avtomaşînên barbir ji Basrayê bar birine bona baza ŞAY-ye li Îraqê.Ev êrîş ç’ekdarên bi pîkapa mîyaser kirine. Wana mecbûr kirîye ku cêrga avtomaşîna bisekine, şofêr ji avtomaşîna derxistine û agir berî vtomaşîna dane.Piştî wê yekê ew ji wir dûr k’etine û xwe veşartine.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45