H’emû nûçe

Davît’ Tonoyan p’êşekzanên r’ûs, yên ku pîlotên ermenîye leşkerî hazir kirine,qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan pîlotên r’ûs, yên ku pîlotên ermenîye leşkerî hazir kirine, qebûl kirîye. Dêhê tîrmehê ew hevdîtin derbaz bûye, wextê k’îjanê usa jî mêrxasên R’ûsîyayê Vyaçêslav Avêryanov û Yêvgênî Avêryanov hazir bûne. Ji alîyê ermenîyada serokê ştaba hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî Onîk Gasparyan, serokê îdara Ermenîstanêye avîyasîya leşkerî Gagîk Aslanyan hazir bûne. Davît’ Tonoyanê wezîr girêdayî stendina mêdala R’azîbûnêr’a, ya ku xelata Ermenîstanêye dewletêye, pîlot pîroz kirine. Davît’ Tonoyan xebatên pîlota û hevk’arîya t’evayî bilind qîmet kirîye. Vyaçêslav û Yêvgênî Avêryanov sirîya xweda derheqa dereca hazirîya bilindda, ya pîlotên ermenîye leşkerî, dane dîyarkirinê. Em bîr bînin,wekî nehê tîrmehê serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan e’mirnivîsar îmze kirîye, anegorî k’îjanê Vîçêslav Avêryanov û Yêgênî Avêryanov bi mêdala R’azîbûnêva hatine xelatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button