Papê R’omayê Fransîskos e’lam kirîye,wekî girêdayî wê qirara T’irk’îyayêr’a ku dêra Sofîya Pîroze li Stembolê werguhêzî mizgeftêkin, xemgîne. “Ez bi fikirên xweva diçime Stembolê.Ez derheqa Sofîya Pîrozda difikirim û gelekî diêşim”,-papê R’omayê gotîye.Meh’kema T’irk’îyayê ew qirara h’ukumatê qebûl kirîye, ku statûsa dêra Sofîya Pîrorz, ya çawa mûzexwene, biguhêr’in.Serokê T’irk’îyayê Êrdog’an e’lam kiribû,wekî dua’yên e’wlin wê li Sofîya Pîroz 24-ê tîrmehê bêne kirinê. Yûnanistanê ev gava T’irk’îyayê gunek’ar kirîye, lê YÛNÊSKO-ê jî e’lam kirîye,wekî komîtêya h’emdinîyayî wê statûsa dêra Sofîya Pîroz lê binihêr’e û qirara T’irk’îyayê r’aberî h’emûya dike, ku ew fikirên xwe pêşda bik’işînin, çimkî ev qirara ji sînorên h’emû tiştî der dik’eve.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close