H’emû nûçe

Azêrî îdî nava têrîtorîya vîrtûalda jî destbi k’arê xwe kirine:Samvêl Martîrosyan e’şaretîyê dide

P’êşezanê têk’nolocîyên bêqezîyabûna înformasîon Samvêl Martîrosyan meselek /mînakek/ r’aber kirîye ku çawa azêrî nava t’or’ên sosîyalîda înformasîyayên ner’ast belav dikin. Ew bang dike, ku guhdarîya wan înformasîya nekin, ku giva 37 leşkerên ermenî hatine kuştinê û giva wan înformasîya ermenî belav dikin. Martîrosyan nava r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsareke wî cûr’eyî r’aber kirîye û gotîye,wekî ew yek înformasîya ner’aste. “Eva profîla welatîkî Ermenîstanêye, yê ku şikênandine.Ew meriv niha dicêr’ibîne wî r’ûp’elê xwe bide dasekinandinê. Ewê ku nivîsîye, azêrîye. Bawarîya xwe li tiştên usa neynin”,- Martîrosyan nivîsîye.Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe, qulixçîyên azêrîyaye leşkerî, cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstnêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe.Piştî seh’etekê azêrîya dîsa ew yek cêr’ibandine û wî çaxî artîlêrîya dane xebatê, lê kirinên wan ji alîyê ermenîyada hatine fetisandinê, wextê k’îjanê azêrî zyanê k’etine.Paşê zelal bûye,wekî alîyê azêrîya berbi t’abîyên Tavûşê t’opbarandin destpê kirine. Anegorî înformasîyayên fermî, çar leşkerên azêrîya şih’îd k’etine. Ji alîyê ermenîya zyank’êş t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button