H’emû nûçeSereke
E’lametîya seroka Gurcistanê girêdayî bûyarên li ser sînorê ermenîya-azêrîyar’a

Seroka Gurcistanê Salomê Zûrabîşvîlîyê girêdayî bûyarên li ser sînorr’a, p’evçûyînên leşkerîye li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê, ner’ih’etîya xwe e’lam kirîye. Derheqa wê yekêda nava e’lametîya belavkirîda hatîye gotinê. “Îro, em dijî dijminê ku nayê k’ifşê şer’k’arîyê dikin, bo wê yekê jî xweykirina aşîtîya navnet’ewî gelekî girînge.Aşîtî û bêqezîyabûna r’êgîyona me çawa bona Gurcistanê, usa jî bona welatên dost û hevalk’arên me, Adirbêcanê û Ermenîstanê girînge”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Seroka Gurcistanê guman e’lam kirîye,wekî mecalên anegor wê we’deda bêne xebitandinê û wê mecalê hebe, ku bi r’îya hevr’axeberdanên e’dil ji sertbûna h’al dûr bimînin.