H’emû nûçeSereke

Fir’egeha Hewlêrê h’evtîya tê dikare fir’înên xwe destpê bike

Fir’egeha Hewlêrêye navnet’ewî wê fir’înên xweye nava welêtda û yên navnet’ewî nava h’evtîya tê destpêke,wextê ku ew îzinê ji seroketîya avîyasîya Îraqêye sîvîl bistîne. Derheqa wê yekêda midîrê fir’egeha Hewlêrêyî sereke T’alar Fayîk gotîye. “Em bona destpêkirina fir’înên teyara hazirin, lê qirara derheqa wê yekêda h’evtîya tê wê bê qebûlkirinê”,- Fayîk wextê hevdîtina serk’arîya fir’egehê gotîye r’ojne’mevana.Serwêrtîya avîsîya Îraqêye sîvîl fir’înên teyara h’etanî 22-ê tîrmehê dabû dirêjkirinê. Feqet, piştî destpêbûna fir’înên teyara, wê gavên anegor bêne avîtinê, bona ku r’êwî ji nexweşîya koronavîrûsê bêqezîya bimînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button