Sereke

Hêzên ermenîye sîlih’kirî drona azêrîyaye bi sirê jorda anîne xwerê

Qewatên ermenîyaye p’arastina hewê droneke bi sirê ya hêzên Adirbêcanê jorda anîne xwerê.Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê e’lam kirîye.Em bêjin,wekî eva drona e’wlin nîne, ku nava van hersê r’ojada ji alîyê hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirîda tê lêxistinê.Nava wanda usa jî dronên kamîkazê hebûne. Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe, qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstnêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe. Cîgirê wezîrê Adirbêcanêyî p’arastinê K’erîm Welîêv îro e’lam kirîye,wekî r’ûê wan p’evçûyînada gênêral-mayor P’olad Haşîmov û kolonêl Îglar Mîrzoyêv wefat bûne.Usa jî hatîye e’lamkirinê,wekî mayor Namîg Xajanog’lû, mayor Novrûs Anar Gyûlvêrdîog’lû, qulixçîyên leşkerî Zeynala Ayazog’lû, Yaşar Vasîfmog’lû, Êlcîn Arîfog’lû wefat bûne. R’ûê wan p’evçûyînada qulixçîyên leşkerîye ji alîyê ermenîya mayor Garûş Hambarsûmyan û kapîtan Sos Êlbakyan wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button