Nava leşkerên ermenîda du qulixçîyên leşkerî şih’îd k’etine:wezîreta p’arastinê

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê e’lam dike,wekî du qulixçîyên ermenîye leşkerî,r’ûê p’evçûyînên li ser sînorê Ermenîstanêyî bakûr-r’ohilatê mayor Garûş Hambarsûmyan û kapîtan Sos Êlbakyan wefat bûne.Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê serxweşîyê dide malbetên qulixçîyên leşkerî, heval û hogirên wan. Garûş Hambarsûman sala 1989-a zankoya leşkerîye ser navê Vazgên Sargsyan demam kirîye, û sala 2O15-a çawa qumandarê beşa leşkerîye mexsûs hatîye k’ifşkirinê. Sos Êlbakyan sala 1992-a ji dayîk bûye. Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe, qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstnêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe. Cîgirê wezîrê Adirbêcanêyî p’arastinê K’erîm Welîêv îro e’lam kirîye,wekî r’ûê wan p’evçûyînada gênêral-mayor P’olad Haşîmov û kolonêl Îglar Mîrzoyêv wefat bûne.Usa jî hatîye e’lamkirinê,wekî mayor Namîg Xajanog’lû, mayor Novrûs Anar Gyûlvêrdîog’lû, qulixçîyên leşkerî Zeynala Ayazog’lû, Yaşar Vasîfmog’lû, Êlcîn Arîfog’lû wefat bûne.







