Sereke

Opêrasîyonên cezakirinê nîvê şevê:wezîreta p’arastinê vîdêoke nû belav kirîye

Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê vîdêoke nû belav kirîye,k’îjanêda tê k’ifşê, ku çawa hêzên ermenîye sîlih’kirî t’abîya azêrîya, ji k’îderê agir dikin, didine t’unekirinê.Vîdêo r’ûp’elê h’ukumata Ermenîstanêye fêysbûkêda hatîye r’aberkirinê. Sernavê vîdêoyê jî vî cûr’eîye: “Opêrasîyonên şevêye cezakirinê”. Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe, qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstnêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe. Îro şebeqê k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê gotîye,wekî şev ji t’abîyên Ermenîstanê hatîye dîtinê, ku cîleqandina tanka azêrîya heye. Ew yek ji alîyê ermenîyada hatîye sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button