H’emû nûçeSereke

Eskerê kîbêr’nêtîkayê, yê ser navê Mont’ê Mêlk’onyan me’lûmetîyên xewile, yên qewatên Adirbêcanêye leşkerîya beh’rê eşkere kirine

Eskerê kîbêr’nêtîkayê, yê ser navê Mont’ê Mêlk’onyan me’lûmetîyên xewile, yên qewatên Adirbêcanêye leşkerîya beh’rê eşkere kirine.Anegorî nivîsara nava r’ûp’elê k’oma hak’êraye fêysbûkê hatîye dîyarkirinê,wekî nava encamên wê yekêd beşeke înformasîyayên xewile, yên hêzên leşkerîya beh’rê k’etîye destê wan, k’îjanada înformasîyayên derheqa leşkerên azêrîyaye beh’rêda û sîstêma Adirbêcanêye beh’rêda hene. “Em dîna xwe didine h’al. Birayên me li ser xeta pêşinin, lê em li piş wanin”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.P’êşezanê pirsên bêqezîyabûna înformasîyon, Samvêl Martîrosyan jî r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda gotîye,wekî k’omeke hak’êrên ermenî nêzîkî 2OOO aparatên WiFi-ê şikênandine, r’ûê çida gelek meriv k’etibûne r’ûp’elekî başqe, li k’îderê ala Ermenîstanê bûye û ev nivîsar hebûye: “Heger hûn êrîşa xweye li ser axa me nedine sekinandinê, ezê t’emamîya întêrnêta we bitemirînim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button