H’emû nûçeSereke

Qulixçîyên leşkerîye şih’îdk’etî li ser xeta pêşin nîbûne: Arsrûn Hovhannîsyan

Du leşkerên ku 14-ê tîrmehê li Tavûşê şih’îd k’etine, li ser xeta pêşin nîbûne.Ev înformasîya ji alîyê cabdarê merk’eza krîzîsaye înformasîyone li Îcêvanê, Arsrûn Hovhannîsyan belav kirîye. “Leşkerên şih’îdk’etî li ser xeta pêşin nîbûne, lê çawa ku opêrasîyonên leşkerî derbaz dibin, wî çaxî h’emû doran jî dik’evine nava şêr'”,-Hovhannîsyan gotîye.Em bêjin,wekî du leşker Smbat Gabrîêlyan û Grîşa Mat’êvosyan r’ûê agirkirinên azêrîyada şih’îd k’etine. Pêşda jî du qulixçîyên leşkerî, mayor Garûş Hambarsûmyan û kapîtan Sos Êlbakanyan şih’îd k’etibûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button