H’emû nûçeSereke
E’lametîya ofîsa Adirbêcanêye p’arêzera mafên mêriv înformasîya fe’şe ne anegorî r’astîyê belav kirîye, ya ku ya gunek’arkirinêye: k’atiba wezîreta p’arastinêye prêssayê
Nava h’alê xweykirina agirbesta dualîda, ofîsa Adirbêcanêye p’arêzerê mafên mêriv, e’lametîya fe’ş ya ne anegorî r’astîyê belav kirîye, ya ku ya gunek’arkirinêye. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye û daye dîyarkirinê,wekî p’arêzera mafên mêriv, ya Adirbêcanê Sabîna E’lîyêvayê li T’ovûzê lênihêr’andin derbaz kirîye û gotîye,wekî giva ermenîya artîlêrîya mezin daye xebatê.