H’emû nûçe

Hevaltîya Nûbar Afêyan êtapa cêr’ibandinaye e’wlin, ya vak’sîna koronavîrûsê ser hevda anîye

Hevaltîya Nûbar Afêyane Modêrna, h’îmdarê k’îjanê hema ulmdar, bîznêsmên û xêrkirê e’silê xweda ermenî Nûbar Afêyane, êtapa e’wlin, ya cêr’ibandina vak’sîna dijî koronavîrûsê ser hevda anîye.Derheqa wê yekêda kanala têlêvîzîyonêye NBC-ê e’lam kirîye. Cêr’ibandin li ser 45 merivên saxlem, yên ji 18-a h’etanî 55-salî hatine kirinê, yên ku nava 28 r’ojada du cara ew vak’sîna stendine.T’evbûyên cêr’ibandinê p’araveyî li ser sê k’oma kirine, ji k’îjana her merivekî k’oma e’wlin 25 mîlîgiram stendine, k’oma duda sed mîlîgram, k’oma sisîya 25O-î mîlîgram vak’sîna stendine.Nava encamên wan cêr’ibandina pirsgirêk yan jî h’ukumkirina tiştekî t’unebûye. Li cem p’ir’anîya merivên ku cêr’ibandinêr’a derbaz bûne, h’ukumên ji der t’enê westandin, r’icaf, serêş, êşa tamara û êşa cîyê derzîyê bûne.Nîşanên ner’ih’etîyê piştî derzîya vak’sînêye duda, bi t’aybetî wextê doza bilind hatine k’ifşê.Cêr’ibandinên vak’sînayê berdewam dibin.Em bîr bînin,wekî wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê pêşda e’lam kiribû,wekî Ermenîstan hevr’axeberdana bona destanîna vak’sînayê derbaz dike, usa jî t’evî hevaltîya Nûbar Afêyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button