H’emû nûçeSereke

Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî cêr’ibandina azêrîyaye dîvêrsîyon dane sekinandinê

Îşev, seh’eta 3-a derbaz 4O deqe, t’abîxweykirên ermenî h’eja azêrîya t’exmîn kirine.P’areskerên ermenîya derbazî xwep’arastinê bûne û cêr’ibandina dîvêrsîyon dane t’er’ibandinê. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêsayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Piştî şer’ê giran, azêrî zyanê k’etine û hatine paşdaavîtinê.Berbangê seh’eta 5-a derbaz 2O deqe leşkerên azêrîya gundên Aygêparê û Movsêsê dane ber t’opa. Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî provokasîyayên hêzên azêrîya didine lîkvîdasîyakirinê.Ev yek t’er’ibandina agirbestêye”,-Stêp’anyanê nivîsîye. Paşê ewê daye dîyarkirinê,wekî r’ûyê opêrasîyonên derbazbûyîda nava leşkerên ermenîda zyank’êş t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button