H’emû nûçeSereke

Jîyana bin t’opada: şikilên ji gundê Karmîrag’byûrê, yê ku şeş seh’eta bin t’eqînên t’opada bûye

“Karabakh Records”-ê şikilên ji gundê qeza Tavûşêyî Karmîrag’byûra Jêrin r’aber kirine. Ev gund 14-ê tîrmehê şeş seh’eta bin t’opbarandinên hêzên azêrîyada bûne.Nava binelîyn sîvîlda t’u kes zyanê nek’etîye. Zyan ya matêrîyalîye. Em careke mayîn bêjin,wekî hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî ji 12-a h’etanî 14-ê tîrmehê bi sîlih’ên cûr’e-cûr’e t’abîyên ermenîya û gundên nêzîkî sînor, yên li qeza Tavûşê dane ber t’opa û gula.Adirbêcanê usa jî komplêk’sa “Grad” daye xebatê.Wextê p’evçûyînên li ser sînorên ermenîya-azêrîya, azêrî bi deha zyana meriva û t’êknîkî stendîye.R’ûê agirkirinên alîyê azêrîyada, mayor Garûş Hambarsûmyan û kapîtan Sos Êlbakyan, sêrjant Smbat Gabrîêlyan û sêrjant Grîşa Mat’êvosyan wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button