H’emû nûçeSereke

K’omên hêzên Ermenîstanêye p’arastina hewê, 13 aparatên azêrîyaye bêpîlot jorda anîne xwerê: Arsrûn Hovhannîsyan

Bi t’omerî hildayî, k’omên hêzên Ermenîstanêye p’arastina hewê, 13 aparatên azêrîyaye bêpîlot jorda anîne xwerê, ji k’îjana deh yên derbgîhandinê bûne, lê sisê jî yên ce’sûsîyê. Derheqa wê yekêda wextê birîfînga li Îcêvanê, cîgirê serokê înstîtûta leşkerîye ser navê Vazgên Sargsyan Arsrûn Hovhannîsyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî eva nîşaneke gelekî bilinde. Ewî daye dîyarkirinê,wekî azêrîya ji 5O-yî zêdetir t’op barandine li ser gundên nêzîkî sînor.Em bîr bînin,wekî duh hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî bi komplêk’sa “ОСА АКМ”-e modêrnîzasîyakirî, aparata bêpîlote mezin ya bi navê “Elbit Hermes 900” jorda anîne xwerê.P’êşekzan dibêjin,wekî lêxistina vê aparatê gelekî dijware, çimkî ewê nikarin bigrin û bahê wê jî dighîje 3O-î mîlîon dolarî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button