H’emû nûçeSereke

P’areskerên ermenîya tankeke azêrîya, usa jî t’abîyên artîlêrîyayê û mînavêja xistine

P’areskerên ermenîya tankeke azêrîya, usa jî t’abîyên artîlêrîyayê û mînavêja xistine, ji k’îderê gund û t’abîyên ermenîya didane ber t’opa û gula.Derheqa wê yekêda, k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, Şûşan Stêp’anyanê gotîye.Hê pêşda me e’lam kiribû,wekîî şev, seh’eta 3-a derbaz 4O deqe, t’abîxweykirên ermenî h’eja azêrîya t’exmîn kirine.P’areskerên ermenîya derbazî xwep’arastinê bûne û cêr’ibandina dîvêrsîyon dane t’er’ibandinê.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêsayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Piştî şer’ê giran, azêrî zyanê k’etine û hatine paşdaavîtinê.Berbangê seh’eta 5-a derbaz 2O deqe leşkerên azêrîya gundên Aygêparê û Movsêsê dane ber t’opa. Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî provokasîyayên hêzên azêrîya didine lîkvîdasîyakirinê.Ev yek t’er’ibandina agirbestêye”,-Stêp’anyanê nivîsîye. Paşê ewê daye dîyarkirinê,wekî r’ûê opêrasîyonên derbazbûyîda nava leşkerên ermenîda zyank’êş t’unene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button