H’emû nûçeSereke
Alîyê Adirbêcanê şev berbi neh’îyên Noyêmbêryanê, Gêg’ark’ûnîkê û Araratê agir kirîye
Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan wextê brîfînga li qeza Tavûşê e’lam kirîye, ku şeva derbazbûyî, bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê, ji alîyê qewatên Adirbêcanêda 12O agirkirin hatine mîyaserkirinê. “Agirkirin bi dirêjaya sînorê t’evî qeza Tavûşê, nava wanda usa jî Noyêmbêryanê hatine mîyaserkirinê. Agirkirin usa jî li alîyê Gêg’ark’ûnîkê û Nexçêvanê jî hatine mîyaserkirinê”,- Hovhannîsyan gotîye. Bûyarên wî cûr’eyî şev usa jî li Arsaxê qewimîne. Bi t’omerîkirina h’al, Arsrûn Hovhannîsyan îzbat kirîye,wekî şeva derbazbûyî himberî berê e’dil bûye.