H’emû nûçeSereke
Cara e’wlin aparatên bêpîlote li Ermenîstanê çêkirî bi açixî hatine xebitandinê: wezîr
Van r’oja, cara e’wlin aparatên ermenîye bêpîlote derbgîhandinê, bi açixî hatine xebitandinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî senaya têk’nolocîyên bilind Hakob Arşakyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Nava salên dawîda hevaltîyên komplêk’sa senaya leşkerî, aparatên cûr’e-cûr’e, him yên derbgîhandinê û him jî yên ce’sûsîyê hazir kirine, yên ku bona h’elkirina pirsên leşkerî têr’a hatine dîtinê. Van r’oja p’areke wan aparatên bêpîlote derbgîhandinê û ce’sûîyê hatine xebitandinê”,-wezîr nivîsîye.