Sereke

Îşev li ser xeta pêşin h’al e’dil bûye: k’atiba prêssayê ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê

Îşev li ser xeta pêşin h’al e’dil bûye.Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda k’atiba prêssayê ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê nivîsîye. “Azêrîya li h’emû alîyên sînor t’enê sîlih’ên agirkirinêye cûr’e-cr’e dane xebatê.Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî bi dirêjaya sînor h’al bin kontrolêda xweyî dikin”,- Stêp’anyanê nivîsîye.Em bîr bînin,wekî ji 12-ê tîrmehêda li ser p’ara h’idûdê ermenîya-azêrîyaye li qeza Tavûşê, h’al sert bûye. Ji wî çaxîda alîyê azêrîya berbi t’abîxweykirên ermenî û usa jî gundên li r’ex sînor gulebarandinê mîyaser dikin.Em bîr bînin,wekî 16-ê tîrmehê, şev, seh’eta 3-a derbaz 4O deqe, t’abîxweykirên ermenî h’eja azêrîya t’exmîn kirine.P’areskerên ermenîya derbazî xwep’arastinê bûne û cêr’ibandina dîvêrsîyon dane t’er’ibandinê.Derheqa wê yekêda k’atiba pirêsayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê, Şûşan Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. “Piştî şer’ê giran, azêrî zyanê k’etine û hatine paşdaavîtinê.Berbangê seh’eta 5-a derbaz 2O deqe leşkerên azêrîya gundên Aygêparê û Movsêsê dane ber t’opa. Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî provokasîyayên hêzên azêrîya didine lîkvîdasîyakirinê.Ev yek t’er’ibandina agirbestêye”,-Stêp’anyanê nivîsîye. Paşê ewê daye dîyarkirinê,wekî r’ûê opêrasîyonên derbazbûyîda nava leşkerên ermenîda zyank’êş t’unene.Wezîrê Ermenîstanêyî p’arastinê Davît’ Tonoyan wek’îlê sedirê Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê, Ancêy Kasprşîkê baylozr’a xeberdaye.Ewî h’alê li ser sînor r’aber kirîye û gotîye,wekî nava azêrîyada gelek birîndar û kuştî hene.Anegorî h’esabên r’esmîye 17-ê tîrmehê, 11 kuştîyên Adirbêcanê hene, lê alîyê ermenîya çar şih’îd dane û 36 jî birîndar bûne, merivek jî ji binelîyê e’dile.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button