H’emû nûçeSereke

H’alê qulixçîyên leşkerîye birîndar: Hovhannîsyan me’lûmetîyên nû belav kirine

Li cem wan qulixçîyên leşkerî, yên ku van r’ojên dawî wextê p’evçûyînên li ser sînorê ermenîya-azêrîya birîndar bûne, dînamîka baş tê k’ifşê, xêncî leşkerekî, h’alê k’îjanî doxtir dîsa çawa h’alê giran qîmet dikin. Derheqa wê yekêda wextê pirêss-konfêransa li Îcêvanê, wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.Em bêjin,wekî anegorî h’esabên 19-ê tîrmehê, anegorî h’esabên r’esmî, 13 kuştîyên Adirbêcanê hene, lê derheqa birîndarên wanda t’u tişt nehatîye gotinê, lê ji alîyê ermenîya çar qulixçîyên leşkerî şih’îd k’etine, 36 jî birîndar bûne. Nava binelîyên sîvîlda jî binelîkî gundê Aygêparêyî 48-salî birîndar bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button