H’emû nûçeSereke

Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî t’u cara nexwestine derba bighînine sîstêmên azêrîya, ew înformasîya fe’şe: Arsrûn Hovhannîsyan

Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî zûva dikaribûn derb bigîhandana sîstêmên Adirbêcanê, lê t’u cara xwestina meye wî cûr’eyî ne hebûye û ne jî heye. Derheqa wê yekêda, wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, cabdarê merk’eza kirîzîsaye înformasîyon, Arsrûn Hovhannîsyan li Îcêvanê gotîye. “Ew yek t’êza propagandayêye nûye, ya ku Adirbêcanê bona dinîya der fe’şkirî belav kirîye. Hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî zûva dikaribûn ew yek mîyaser bikirana, lê progirama meye wî cûr’eyî t’unebûye û t’une. Lûlên neftê û gazê, yên ku yên hevaltîyên navnet’ewîne û nava t’opraxa Adirbêcanêr’a derbaz dibin, bila gumanbin, wekî Ermenîstan gar’anta bêqezîyabûnêye, Ermenîstan diha baş dikare bêqezîyabûna wana bide ç’areserkirinê, ne ku yekî mayîn”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button