SerekeSîyasî

K’urda girêdayî planên T’irk’îyayêr’a ku ç’ekdarên li Sûrîyayê dixwezin derbazî Adirbêcanêkin, T’irk’îya gunek’ar kirine

T’irk’îya hazir dibe, ç’ekdarên ji wa gotî eskerê “Sûrîya aza” derbazî Adirbêcanêke. Derheqa wê yekêda ajansa Firat-ye înformasîyon r’agîhandîye. Ajansê r’agîhandîye,wekî berevkirina wan ç’ekdara li Cenderîsê, R’acûyê, û E’frînê derbaz dibe.Hatîye dîyarkirinê,wekî wan ç’ekdara bi we’dê şeş meha wê bişînine Adirbêcanê û her meh wê 35OO dolara bidine her yekî. Derheqa wê yekêda ajansa TASS-ê e’lam kirîye. Em bîr bînin,wekî T’irk’îyayê ç’ekdarên Sûrîyayê cîguhastî Lîbîyayê kirine. Feqet beşeke wana ji wir derbazî Îtalîyayê bû.R’ojne’ma “Vzglyad”-ê derheqa h’alê sertî li ser sînorê Alirbêcanê û Ermenîstanê daye dîyarkirinê, yê ku ji 12-ê tîrmehêda destpê bûye, wextê ku di navbera leşkerên ermenî û azêrîda p’evçûyînên şêr’ destpê bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button