H’emû nûçeSereke

Li gundê qeza Tavûşêyî Movsêsê şayî bûye:meriv paşda vediger’ine li ser jîyana herr’oje

Li gundên qeza Tavûşêye nêzîkî sînor, binelîyên cî destpêkirine xebatên xweye malhebûna gundîtîyê mîyaserkin. Ew yek dide k’ifşê,wekî jîyana li Tavûşê paşda vediger’e li ser jîyana herr’oje. Derheqa wê yekêda serokê qeza Tavûşê Hayk Çobanyan wextê pirêss-konfêransê gotîye. “Dewlet, h’ukumat li pişta binelîya sekinîye û em gumanin, ku emê pirsên pêşîya xwe h’elkin. Ez tiştekî zêde jî bêjim, ku îro li dêra Movsêsê heytehola zewacê hatîye derbazkirinê, ya ku gelekî bedewe, usaye meriv paşda vediger’ine li ser jîyana xweye herr’oje”,-serokê qezayê gotîye. Derheqa cîyên xweveşartina, yên wextê t’opbarandina, Çobanyan gotîye,wekî li h’emû mek’t’ebên gunda gerekê cîyên usa hebin.R’aste, niha r’ojên xwendik’araye hêsabûnêye, lê ew cî gerekê bona welatîya hazirbin, çimkî her gav jî dikare t’opbarandin hebin. Serokê qezayê usa jî daye dîyarkirinê,wekî bi piştgirîya p’êşekzana, wê r’astkirinên têxnîkî û înjênêrî bêne kirinê. Ew têr’a divînin, çawa li mek’t’eba usa jî r’ex mek’t’eba cîyên usa hazirkin. Derheqa zyana matêrîyalîda jî ewî gotîye,wekî xebatên dasekinandinê niha tên kirinê. Bi gotina wî, h’alê li qezayê bin kontrolêdane û h’ewce nîne nava t’or’ên sosîyalîda e’lametîyên cûr’ekî mayîn belav bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button