H’emû nûçeSereke
Nêzîkî sed p’êşekzanên ermenîye ji welêt der, wê t’evî sîstêma serk’arîkirina Ermenîstanê bibin
Xortê bi navê Harût’yûn, yê ji zankoya Harvardê, Anahîta ji Sorbonê û Alînê ji Lîvêrpûlê, piştî derbazbûna progiramê wê bik’evine nava cêrgên wezîreta Ermenîstanêye e’daletê. Ofîsa wek’îlê Dîyasporayê e’lam dike, wekî nêzîkî sed p’êşezanên wî cûr’eîye ji zankoyên dinîyayêye e’yan, yên e’silê xweda ermenî, wê paşda veger’ine welêt û wê t’evî sîstêma serk’arîkirina Ermenîstanê bibin. Bernama wî cûr’eyî cara e’wlin tê xebitandinê.