H’emû nûçeSereke

Papê R’omayê Fransîskos banga îzbatkirina aşîtîyê bona p’evçûyînên li ser sînorê ermenîya-azêrîya kirîye

Papê R’omayê Fransîskos we’dê dua’yê r’oja yekşemê, nava silava xweye bona bawarmenda, derheqa banga Organîzeya Net’ewên Yekbûîye t’omerîda xeberdaye û nava wê h’emtêk’stêda derheqa byûrayên van axirîyaye li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcnê dane dîyarkirinê. Anegorî r’adoya Vatîkanê, papê R’omayê h’îmlî gotîye: “Ez bi xemgînî û bi guhdarî dîna xwe didime sertbûna h’alê li r’êgîyona Kavkazê, yê li ser sînorê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê”. Papê R’omayê guman e’lam kirîye,wekî bi saya civaka navnet’ewî, bi r’îya dîyalogê û xwestina qenc, mecalê hebe bighîjine h’elkirina e’dil, boy gulvedana cime’ta.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button