H’emû nûçe

Kontrola piştgirya leşkerîye ji alîyê ŞAY-da bona Adirbêcanê wê bê berk’kirinê: pêşnîyara P’aloûn hate qebûlkirinê

Palata wek’îla, ya kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî desta guhar’tinên nava pr’ojeya bona mecalên p’arastinê îzbat kir, dik’evine nava k’îjanê pêşnîyara h’emsedirên k’omîsîya Ermenî. Dengê Amêrîkayê r’agîhandîye,wekî palata Kongrêsêye wek’îla cêrge guhar’tin kirine nava pr’ojeya derheqa p’arastina miletîyê. Pêşnîyara sedirê komîsîya Ermenî Frênk P’aloûn, girêdayî alîk’arîya leşkerîye amêrîkîr’a hatîye qebûlkirinê.Anegorî pêşnîyara P’aloûn, gerekê r’aport derheqa wê yekêda bê r’aberkirinê, ku alîk’arîya leşkerîye bona wan welata çi cûr’eyî hatîye xerckirinê û nava wê yekêda mafê navnet’ewî yan jî mafên mêriv tên t’er’ibandinê, yan na. Nava r’aportêda gerekê pêşnîyarên derheqa mafên mêrivda jî hebin, yên ku wê alî îzinnedayîna t’er’ibandinên wê yekê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button