H’emû nûçeSereke

ŞAY çi cûr’eyî gefxwerina wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê qîmet dike:bersiva baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî zordarîya li ser sînorê ermenîya-azêrîya gunek’ar dike.T’abîya vî cûr’eyî ji alîyê k’atibê dewletê Mayk Pompêoda hate pêşdak’işandinê. Derheqa wê yekêda ji baylozxana amêrîkîye li Ermenîstanê r’agîhandine.Ew çawa caba wê pirsê bûye ku ŞAY, çawa h’emsedira k’oma Mînskê û endama Organîzeya Net’ewên Yekbûyî qîmet dike,wekî Adirbêcanê e’lam kirîye, ku hazire derbê bighîne stansîya Ermenîstanêye atomîyê. “Em bangî alîya dikin, ku xebitandina qewatê lez bidine sekinandinê û r’êyên p’êwendîya bibînin, bidine xebatê û agirbestê xweykin.Em usa jî berbir’î alîya dibin, ku t’evî h’emsedirên k’oma Mînskê bixebitin, agirbestê qewîkin û çiqasî dikarin zû paşda veger’ine berbi hevr’axeberdana.Ew bang dikin, ku ji e’lametîyên ne k’ardar û kirinên nek’ardar paşda bisekinin”,-nava bersiva bayloxanêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button