SerekeSîyasî

Serekwezîrê K’urdistanê û wezîrê Îranêyî k’arên der heleqetîyên dualî gotûbêj kirine

2O-ê tîrmehê serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî li Hewlêrê r’astî wezîrê Îranêyî k’arên der Meh’med Cewad Zerîf hatîye, ku p’êwendîyên dualî û bûyarên li herêmê gotûbêj bikin. Barzanîyê serekwezîr û dîplomatê Îranî fikirên derheqa p’êwendîyên Hewlêrê û Bexdayêda p’ev guhar’tine û gotine wekî hevr’aqayîlbûna konstîtûsîyon wê bona berjewandîyên herdu alîya qulix bike. “Wextê r’asthatina mine îroyîn, ya t’evî wezîrê Îranêyî k’arên der Cewad Zerîf me derheqa p’êwendîyên dostîyêye di navbera K’urdistanê û Îranêda gotûbêj kirin”,- serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye. Ewî gotîye,wekî wextê hevdîtinê, derheqa girîngîya aşîtî û qewînbûna herêmêda hatîye dîyarkirinê. Xeberdan usa jî derheqa girîngîya koordînasîya şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button