H’emû nûçeSereke

Şeva derbazbûyî li ser sînorê ermenîya- azêrîyaye li qeza Tavûşê çi cûr’eyî derbaz bûye: wezîreta p’arastinê

Şeva 2O-21-ê tîrmehê û usa jî niha li ser sînorê ermenîya-azêrîya h’al himberî berê e’dile. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Li ser beşên sînore cuda-cuda azêrîya 17 cara r’êjîma agirbestê t’er’ibandine û 183 fişek berbi t’abîyên ermenîya barandine”,- ewê nivîsîye û daye dîyarkirinê,wekî li alîyê Sotk’ê, Artanîşê du cara berbi t’abîyên ermenîya agir kirine.Em bêjin,wekî hêzên Ermenîstanêye sîlih’kirî r’êjîma agirbesê xweyî dikin û t’enê cabên agirkirinên azêrîya didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button