SerekeSîyasî

The Washington Times: ŞAY gerekê destanîna serbestîyê, ya k’urdên Îraqê, kontrol bike

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dikarin k’urdên Îraqê kontrolkin, yên ku dixwezin ji Îraqê cudabin, û bi wê yekêva t’evayî T’irk’îyayê bidine bawarkirinê,wekî ev pirs wê ji bin kontrolê dernek’eve. Derheqa wê yekêda The Washington Times-ê nivîsîye.Baştire ku Ştatên Yekbûyî qayîlnivîsara nû t’evî Îraqê îmzeke, ya ku wê îzinê bide amêrîkîya ku eskerên wan her dem li Îraqêbe û piştgirîyê bide Îraqê, heger welatekî başqe êrîşê bîne ser Îraqê. Derheqa wê yekêda nava gotara Washington Times-da hatîye nivîsarê.Dokûmêntêda têr’a hatibû dîtinê,wekî ŞAY wê eskerê xwe û têxnîka leşkerî li Herêma K’urdistanê cîwarke, bona ku T’irk’îya bizanibe wekî Waşîngtonê cêr’ibandinên k’urdaye bona serbestbûnê kontrolke. Xudanê gotarê daye dîyarkirinê,wekî T’irk’îya û k’urd ji Ştatên Yekbûyîva girêdayîne û nelazime bê dîyarkirinê, ku ew hevdu h’iz nakin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button