H’emû nûçe

Ji r’oja derbazbûyîda destpêkirî ez li gundên qeza Tavûşêye li ser sînorim:Anna Hakobyanê wêne belav kirine /foto/

Ji r’oja derbazbûyî destpêkirî ez li gundên qeza Tavûşêye li ser sînorim, çûme Çînarê, Movsêsê, Aygêparê, Karmîrag’byûra Jêrin û bajar’ê Bêrdê. Derheqa wê yekêda k’ulfeta serekwezîr, Anna Hakobyanê fêysbûkêda nivîsîye. Ewê h’îmlî nivîsîye: “Meremê çûyîna min r’uh’darkirina welatîyên li wan gundaye, bo ku bidime k’ifşê,wekî em ne t’enê bi fikirên xwe, lê bi fîzîkî t’evî wanin.T’evî vê nivîsarê paşê jî ezê wan wêneya r’aberkim, li k’îderê ez bi mêvandarî hatime qebûlkirinê.Em gerekê malbetên ku li piş leşkerên mêrxas sekinîne, naskin. Nenihêr’î wê yekê,wekî ew ji t’eqînên t’opa û agirkirina westîyane, lê ew diha qewînin û fir’nax dibin ku ermenîne, welatîyên Ermenîstanêye layîqin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button