H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 439 merivîva zêde bûye û gihîştîye 35 693-a

Merk’eza Ermenîstanêye îzinnedayîn û kontrolkirina nexweşîya h’esabên nexweşaye r’oja dawî r’aber kirine.Hatîye r’agîhandnê,wekî nava r’oja dawîda li cem 439 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye û ew hejmar gihîştîye 35 693-a. Merk’ezê daye dîyarkirinê,wekî niha meriv 10 032 qenc dibin, 149 898 têst hatine kirinê, 24 766 meriv qenc bûne, 678 meriv wefat bûne. Hejmara merivên ku r’ûê nexweşîyên mayînda wefat bûne, 217 -ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button