H’emû nûçe

Nava encamên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê cîleqandina pozîtîve biç’ûk heye: Nîkol P’aşînyan /vîdêo/

Nava encamên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê cîleqandina pozîtîve biç’ûk heye. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Nava encamên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê cîleqandina pozîtîve biç’ûk heye. Feqet ev yek nade k’ifşê,wekî em gerekê h’işyarîya xwe bidine sistkirinê. Kirinên meye bona xweykirina qanûnên dijî koronvîrûsê, gerekê diha berk’bin bona ku belavbûna vîrûsê bê şikênandinê. T’enê bi saya wê yekê emê bikaribin bûyarên nû bidine kêmkirinê. Welatîyên qedirbilind, dîna xwe bidine h’emû qanûna, maska bixebitînin, dûraya sosîyalî xweykin, destên xwe zû-zû dêzînfêksîya bikin”,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button