SerekeSîyasî

Fir’egehên K’urdistanê bona fir’înên navnet’ewî hazir nînin

Fir’egehên Hewlêrê û Silêmanîyê hazir nînin ku fir’înên navnet’ewî mîyaserkin. Derheqa wê yekêda wezîrê K’urdistanêyî k’arên hundur’ Arbar Ah’med gotîye.Piştî hevdîtinên li Hewlêrê, Silêmanîyê, Dihokê û Helebcê, li k’îderê usa jî hazir bûye wezîrê K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî, wezîrê k’arên hundur’ gotîye r’ojne’mevana, wekî seroketîya herêmê berbir’î seroketîyên fir’egeha bûye ku hazirkirina fir’egeha ser hevda bînin bona ku h’etanî yekê t’ebaxê fir’înên navnet’ewîye çartêr bidine dasekinandinê. Pêşda qedexekirina fir’îna h’etanî 22-ê tîrmehê bû û tê k’ifşê, ewê careke mayîn destpêbin.Wextê hevdîtina t’evayî usa jî hatîye qirarkirinê, ku hinek qedexekirina bidine sistkirinê, bona ku çûyîn- hatina nava provînsîyada jî hebe. Çi ku derheqa çûyîn-hatina di navbera provînsîyayên K’urdistanê û Îraqêdane, ew qedexekirin wê hê bimînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button