SerekeSîyasî

T’irk’îya ç’ekdara ji Sûrîyayê derbazî Adirbêcanê dike

T’irk’îyayê nêzîkî 2OO ç’ekdara derbazî li Adirbêcanê kirine. Ji şe’detîyên nû tên k’ifşê, wekî T’irk’îya cîhadîsta ji Sûrîyayê derbazî Adirbêcanê dike. Ajansa “Firat”-ê r’agîhandîye,wekî k’omên piştgirên t’irka “Sult’an Mûrad” û ” H’emzet”-ê destpê kirine li bakûrê Sûrîyayê ç’ekdara berevkin, ku derbazî alîyê Adirbêcanê bikin.Hatîye r’agîhandinê,wekî soz dane ku carekêr’a her ç’ekdarekîr’a 3OO dolara bidin, lê wextê opêrasîyonên leşkerîye li Adirbêcanê, mi’aşa wan wê bighîje 2OOO dolarî. Ç’ekdara li ser têrîtorîya bakûrê Sûrîyayê, ya bin kontrola ç’ekdarên piştgirên t’irka, li E’frînê, E’zazê, Cereblûsê, Al Babê, Îdlîbê, Girê Sipî û Serê Kanîyê, berev dikin. Ev ç’ekdarên ku tên berevkirinê, pêşda t’evî opêrasîyonên şêr’ bûne, cêr’ibandina wan heye, ew t’evî şer’ê dijî eskerê Sûrîyaêye h’ukumatê bûne. Nêzîkî h’ezar ç’ekdara li T’irk’îyayê tên t’e’lîmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button