SerekeSîyasî

Dêmîrt’aş bang dike, ku berbi sosîyalîzmê her’in û dibêje,wekî opozîsîya T’irk’îyayê dikare dijî Êrdog’an berevbe

Opozîsîya T’irk’îyayê gerekê berevbe,bona ku wextê hilbijartinên seroketîyêye bi sirê R’ece’ T’ayb Êrdog’an alt’ke. Derheqa wê yekêda serokê partîya Dêmokrasîya Gelayî berê Salh’edîn Dêmîrt’aş gotîye, yê ku niha li h’ebsêdane. Dêmîrt’aş derheqa wê yekêda wextê hevp’eyvîna t’evî Cûmhûryêtê gotîye. Ewî gotîye,wekî partîya wan h’ewca koalîsîyayê nîne, ku t’evayî t’evî hilbijartina bibin, lê partîyayên mayîne opozîsîyon gerekê berevbin, bona ku t’evî partîya Dêmokrasîya Gela hevk’arîyê bikin. Bi gotina wî nava sîstêma nihada bêyî hevk’arîyê nikarin serokk’omar hilbijêrin.Dêmîrt’aş h’esab dike,wekî opozîsîya r’ojeva Êrdog’anva mijûle û dewsa wê yekê lazime bibine yek bona ku bighîjine serk’eftinê. Ewî gotîye,wekî opozîsîya gerekê p’êwendîyên xwe t’evî civakê net’er’ibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button