SerekeSîyasî

Koalîsîyona bi serk’arîya ŞAY baza leşkerîye nêzîkî Bexdayê t’eslîmî eskerê Îraqê kir

Koalîsîyona bi serk’arîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya dijî DAÎŞ-ê, r’oja şemîyê baza leşkerîye li Bêsmayê t’eslîmî eskerê Îraqê kir. Nêzîkî 2O leşkerên îspanî li wir bûn, yên ku eskerên Îraqê t’e’lîm dikirin û piştgirî didane opêrasîyonên dijî DAÎŞ-ê. R’oja înîyê ew baza bi r’okêtên “Katyûşa” hatibûne êrîşkirinê. Feqet, anegorî e’lametîya koalîsîyonê, t’eslîmkirina bazayê wê êrîşêva girêdayî nîne, çimkî pêşda hatibû plankirinê û t’evî h’ukumata Îraqê hatibû qayîlkirinê, ku bazayê t’eslîmî leşkerên îraqî bikin. Ji destpêka salêda eva îdî baza h’evtaye ku t’eslîmî eskerên Îraqê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button