SerekeSîyasî

Serwêrtîya h’ukumata Herêma K’urdistanê alîk’arîyê dide êzdîyên ku li cem DAÎŞ-ê dîlk’etî bûne

R’oja înîyê serwêrtîya h’ukumata Herêma K’urdistanê, ya ku pirsên xilazkirina êzdîyava mijûl dibe, ewên ku destên DAÎŞ-da bûne, e’lam kirîye,wekî wê piştgirîya hûmanîtarî bide wan êzdîya, yên ku ji destên DAÎŞ-ê xilaz bûne. Serk’arê beşa t’eşkîletêye li provînsîya Dihokê H’usêyn K’aîdîn gotîye, wekî serwêrtî t’enê bi xilzkirina êzdîyava mijûl nabe, lê pêr’a jî alîk’arîyê dide wan. Ewî daye dîyarkirinê,wekî mîsîya wan alîk’arî daye nêzîkî 35OO merivî. Şuxulk’arîya wan wê h’etanî wî çaxî berdewambe, h’etanî ku ewên sax mane, bi t’emamî alîk’arîyê nestînin. Ji sala 2O14-da wê mîsîyayê 3532 meriv ji 6417 merivên r’evandî xilaz kirine. H’etanî niha 2885 êzdî bê ser-berat’e undabûyî tên h’esbê, ji k’îjana 13O6 jinin û 1579 mêrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button