H’emû nûçe

Hevaltîya Nûbar Afêyan êtapa cêr’ibandinaye sisîya, ya bona vak’sîna dijî koronavîrûsê destpê kirîye

Hevaltîya “Modêrna”-ê, ya ermenîyê amêrîkî Nûbar Afêyan êtapa sisîya, ya cêr’ibandinên bona çêkirina vak’sîna dijî koronavîrûsê destpê kirîye.Derheqa wê yekêda ajansa RÎA Novostîyê r’agîhandîye. H’îmdarê şêwira seroketîya hevaltîyê û sedirê wê hevaltîyê bîznêsmênê e’silê xweda ermenî, Nûbar Afêyane.Têr’a tê dîtinê,wekî nêzîkî 3O-î h’ezar r’ezedilvan wê t’evî cêr’ibandinabin. Her merivek wê O,1 mîlîgiram vak’sîna bistîne. H’ukumata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîyê dide wê pr’ojeyê, k’îjanê nêzîkî 5OO mîlîon dolar başqe kirîye. Pêşda hevaltîyê e’lam kiribû,wekî êtapa cêr’ibandinaye e’wlin bi açixî xilaz bûye.Em bêjin,wekî wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan t’evî hevaltîyê hevr’axeberana derbaz dike bona stendina vak’sînayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button