SerekeSîyasî

Li Almanîyayê jineke ji DAÎŞ-ê girtine, ya ku jineke êzdîye li Sûrîyayê zêrandîye

Polîsîya Almanîyayê jineke alman girtîye, k’îjanê nava endemtîya DAÎŞ-da gunek’ar dikin, ya ku jineke êzdîye li Sûrîyayê zêrandîye.Derheqa wê yekêda dadgeha Almanîyayêye fêdêral e’lam kirîye.Ew jin li fir’egeha Frankfûrtê girtine, wextê ku ew ji T’irk’îyayê paşda dihate Almanîyayê.Dadgehê e’lam kirîye,wekî navê wê Nûrtên Cêîye, ya ku sala 2O15-a t’evî zar’oka xweye çarsalî çûye Sûrîyayê, ku bighîje DAÎŞ-ê.Li Sûrîyayê ewê mêr kirîye û mêrê wê dîsa almanê nava DAÎŞ-da bûye.Ewê jinê li mala xweye li k’îderê dima, xweyên k’îjanê kuştibûn û li wir ew jina êzdî ewê gelekî zêrandîye, mala xweda çawa xulam hiştîye. Wextê ku DAÎŞ-ê h’ukumê xweyî li Sûrîyayê unda kirîye, Nûrtên Cêyî ji alîyê hêzên Sûrîya Dêmokratîkda hatîye girtinê.Paşê ew li T’irk’îyayê girtine û dêport kirine, şandine Almanîyayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button