H’emû nûçe

Li h’ewşa komîsarîyata leşkerî: xortên ku diçine eskerîyê, dir’eqisin

Li h’ewşa komîsarîyata Armavîrêye leşkerî, xortên ku diçine eskerîyê bi r’eqasê tên ver’êkirinê. Bona ver’êkirina du xorta ne t’enê endamên malbetên wan, lê usa jî hevalên wan hazir bûn, yên ku ji k’oma miletîyêye r’eqasêne.Hema wana jî qirar kirîye, ku bi dilê şa hevalên xwe ver’êyî eskerîyê bikin.Ev vîdêo Hrayr G’azaryan, serk’arê k’oma r’eqasêye bi navê “Surmelî”, r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda r’aber kirîye. Li r’ex vîdêoyê ewî nivîsîye: “Hema bi vê r’uh’darîyê ver’êyî eskerîyê dikin”.Em bîr bînin,wekî ji yekê tîrmehêda we’dê çûyîna eskerîyêye havînê destpê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button