H’emû nûçe

R’adîoa Ermenîstanêye Civakî piştgirîyê dide r’adîoa Arsaxêye Civakî

Nava mehên dawîda li r’adîoa Ermenîstanêye Civakî cêrge werguhastin hatine mîyaserkirinê.Nava berne’mên kanala r’adîoyêye e’wlinda, progiramên deng û be’sa dubare bûne û usa jî r’aberkirina vîdêoya li beşên azêrî, gurcikî, t’irkî, farisî, r’ûsî û înglîzîda destpê bûne. Ji şêwira r’adîo û têlêvîzîyonêye civakî dane dîyarkirinê,wekî malp’er’a r’adîoa Civakî bi zimanên cûr’e-cûr’e înformasîyayên ji Ermenîstanê r’aber dike.P’êla r’adîoyêye navîn bi qewata xwe çend cara zêde bûye.Van r’oja xebatk’arên r’adîoa Ermenîstanêye Civakî t’evî hevalk’arên Arsaxê hevk’arîyê dikin.Wextê seredana li Arsaxê, pirsên derheqa piştgirîya têxnîkî û usa jî ya başqe hatine gotûbêjkirinê.H’etanî r’oja îroyîn r’adîyoa Arsaxê bi frêkansa r’adîoya Ermenîstanêye Civakî r’ojê pênc seh’eta weşana xwe dikir. Bi saya hevk’arîyê ji yekê îlonêda, r’adîoya Arsaxêye Civakî wê 24 seh’eta bi frêkanseke başqe weşana mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button