H’emû nûçeSereke

Alîyê azêrîya berbi t’abîyên ermenîya 497 cara agir kirine: wezîreta p’arastinê

Li ser sînorên ermenîya-azêrîya 28-29-ê tîrmehê û usa jî niha h’alê e’dil hatîye xweykirinê. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastine Şûşan Stêp’anyanê e’lam kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî azêrîya r’êjîma agirbestê 22 cara t’er’ibndîye û berbi t’abîyên ermenîya 497 cara agir kirine.”Berbi t’abîyên K’olagîrê, Movsêsê, Karmîrag’byûra Jêrin, Kot’îyê pênc cara agir kirine.Berbi beşên Yêrasxê, Çîvanê, Zangakatûnê, Yêlp’îyê pênc cara, lê berbi t’abîyên Barzrûnîyê, Angêg’akot’êye başqe 12 cara agir kirine”,- ewê nivîsîye. Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstanêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button