H’emû nûçe

Hene qewat û welat, yên ku de’w û dozê didine gur’kirinê: serekwezîrê Ermenîstanê derheqa gavên T’irk’îyayêda

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wextê hevp’eyvîna t’evî kanala R’ûsîyayêye têlêvîzîyonêye RBK-ê gotîye,wekî dikare şer’ê berfire li ser fona h’alê sertî li ser sînorên ermenîya-azêrîya pêşdahatî destpêbe. Hene qewat û welat, yên ku vê de’w û dozê didine gur’kirinê. Çawa bersiva wê pirsê k’îjanin ew welat, P’aşînyan gotîye,wekî berê e’wlin hema T’irk’îyaye.” Bona wê yekê berjewandî û me’nîyên dîrokê hene, çimkî T’irk’îya ji sîyasîya k’omkujîya Ermenîya paşda nesekinîye. Serokê T’irk’îyayê ne t’enê k’omkujîya Ermenî nas nake, ya ku sala 1915-a li împêratorîya osmanî qewimîye, lê bi wê yekêva t’evayî k’omkujîyê afû dike”,-P’aşînyan gotîye. Bi gotina serekwezîr, faktoreke başqe jî heye. “T’irk’îya mîna destpêka sedsala derbazbûyî difikire, ku Kavkaza Başûr kontrolke.Piştî hilweşîna Yektîya Sovyêtê, nava 3O salada, ew herr’oj dixebitin, ku ew xiyala wan mîyaserbe”,- P’aşînyan goîye. Bi fikira serekwezîr, berê e’wlin R’ûsîyayêr’a fe’mdarîye, ku bûyarên gêopolîtîkîye çawa dikarin biqewimin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button