H’emû nûçe

Ermenîstanê t’evbûna înspêktorên t’irka ya wextê seredanên li ser têrîtorîya Ermenîstanê daye sekinandinê

Ermenîstanê nava Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayêda e’lametî r’aber kirîye, ya ku girêdaîye sekinandina seredanên înspêktorên T’irk’îyayêr’a, yên li ser têrîtorîya Ermenîstanê. Nava dokûmêntêda hatîye dîyarkirinê,wekî ji 12-ê tîrmehêda destpêkirî wextê ku h’alê li ser sînorên ermenîya-azêrîya sert bû, T’irk’îya bi gefxwerinên hindava Ermenîstanêda û bi e’lametîyên piştgirîya Adirbêcanê pêşda tê, dîyarkirina k’îjana hema t’e’lîmên leşkerîye t’evî Adirbêcanê didine k’ifşê. Nava dokûmênta belavkirîda hatîye dîyarkirinê, wekî K’omara Ermenîstanê înspêksîyayên T’irk’îyayêye nava doranên dokûmênta Vîyênayêda dide sekinandinê û îzinê nade ku li ser têrîtorîya Ermenîstanê înspêktorên t’irka t’evî dîtindarîyabin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button