H’emû nûçeSereke

“Hûn dijminên k’urdanin”: li parlamênta T’irk’îyayê di navbera parlamêntvanên partîya Dêmokrasîya Gela û AKP-da şer’ çê bûye

Parlamêntvanê parlamênta T’irk’îyayê, endamê partîya Dêmokrasîya Gela H’usêyn K’açmaz wextê axavtina li parlamêntê e’lam kirîye,wekî wextê opêrasîyonên T’irk’îyayêye leşkerîye li Îraqê û Sûrîyayê, binelîyên e’dil tên kuştinê.K’açmaz berbir’î seroketîya welêt bûye û nava axavtina xweda ev gotin daye xebatê “hûn dijminên k’urdane”. Piştî wê yekê li parlamêntê di navbera parlamêntvanên partîya Dêmokrasîya Gela û AKP-da şer’ çê bûye. Piştî hinek we’de, cîgirê serokê parlamêntê Nîmêt’ûlah Êrdog’mûş navbir’î daye civînê.Wî çaxî jî dîsa ew şer’ berdewam bûye.Endamên partîya Dêmokrasîya Gela didane dîyarkirinê,wekî parlamêntvanê AKP-ê Oya Êronat xeberên bêhurmetkirinê hindava K’açmazda gotine. Piştî navbir’îyê, cîgirê serokê parlamêntê îzbat kirîye,wekî Êronat xeberên bêhurmetkirinê gotine û e’lam kirîye,wekî parlamêntvanê AKP-ê wê cirma admînîtsratîv bistîne.Parlamêntvanekî AKP-ê jî gotîye,wekî K’açmaz tiştên bêhurmetkirinê gotine, lê Êronat jî caba wê yekê daye.Piştî dengdayînê hatîye qirarkirinê,wekî Êronat wê neyê cirmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button