Wezîreta Îraqêye k’arên der e’lam kirîye,wekî ew qayîlnivîsara sala 2OO9-ye di navbera h’ukumatên T’irk’îyayê û Îraqêda îmzekirî, dide sekinandinê. Sala 2OO9-a T’irk’îyayê û Îraqê qayîlnivîsar îmze kirine, anegorî k’îjanê welatîyên herdu welata gerekn bêyî çûyîna li baylozxana h’idûdr’a derbazbûna û li ser h’idûd vîza bistendana. Wezîreta Îraqê daye dîyarkirinê, wekî alîyê t’irka şuxulk’arîya qayîlnivîsarê bi yekalî da sekinandinê. Bi vî cûr’eyî jî h’ukumata Îraqê piştî T’irk’îyayê ew qayîlnivîsar da sekinandinê.Wezîreta Îraqêye k’arên der derheqa wê yekêda e’lamî Enqerê kirîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45