H’emû nûçe

Li Ermenîstanê êtapa alt’kirina koronavîrûsê destpê bûye: serekwezîr

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan h’alê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî r’aber kirîye û gotîye,wekî ew êp’êce milahîm bûye. Bi gotina P’aşînyan, anegorî h’esabên çar-pênc r’oja dikarin bêjin,wekî bi hejmarên nû h’al paşda veger’îyaye li ser dereca meha gulanê.Serekwezîr usa jî gotîye,wekî bi hejmara nexweşên giran jî dîsa paşda veger’îyane li ser dereca destpêka meha h’ezîranê.” Li ber ç’e’vaye,wekî li Ermenîstanê êtapa alt’kirina koronavîrûsê destpê bûye.Ev yek girêdaîye gavên h’ukumatêye avîtîr’a û gava h’îmlî hema bi borcdarî xebitandina maskaye, him li cîyên vekirî û him jî li cîyên derdadayî”,-P’aşînyan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, ku heger wê yekê bidine ze’yîfkirinê, wî çaxî h’al diha gelekî wê xiravbe. Serekwezîr derheqa wê yekêda gotîye û careke mayîn bang kirîye, ku h’emû qanûnên dijî koronavîrûsê xweykin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button