H’emû nûçeSereke

Li ser sînorê Tavûşê agirkirin naseqir’in: şev çi qewimîye, k’atiba pirêssayê ya wezîreta Ermenîstaneye p’arastine e’lam dike

Li ser sînorên ermenîya-azêrîya 29-3O-ê tîrmehê û usa jî îro şebeqê h’alê e’dil hatîye xweykirinê. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastine Şûşan Stêp’anyanê malp’er’a xweye fêysbûkêda e’lam kirîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî azêrîya r’êjîma agirbestê 15 cara t’er’ibandîye û berbi t’abîyên ermenîya 120 cara agir kirine, ewê nivîsîye.K’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê usa jî e’lam dike,wekî berbi t’abîyên Ç’ambarakê du cara cara agir kirine, lê berbi t’abîyên Çînarê, Aygêzorê, Movsêsê, Par’avak’arê, Kot’îyê h’eyşt cara agir kirine.Berbi t’abîyên Yêrasxê, Arênîyê, Zangakatûnê pênc cara agirkirin hatine bihîstinê.Azêrîya usa jî du cara ji komplêksa “Îgla-S” agir kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button